DİRBEKE DİN Lİ HEFTENÎNÊ Bİ PKK’Ê DİKEVE

DIRBEKE DİN Lİ HEFTENÎNÊ Bİ PKK’Ê DİKEVE

Balefirên cengî yên Tirkiyê îro hereketên Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê li herêma Başûrê Kurdistanê bordoman kirine, PKK’ê di êrîşê de, 5 Gerîla ji dest dan.

Ligor çavkaniyên Darka Mazî, îro roja şemî 23/11/2019an, balefirên ceng yên Tirkiyê hereketên Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê li Herêma Zapê, navçeyên Sînat û Heftenînê bordoman kirine  û zirarên canî bi Gerîlayan ketine.

Di êrîşa asîmanî ya îro de, 4 Gerîlayên PKK’ê li herêma Zapê, hemwext yek li navçeya Sînatê bûne hedef û hatin berteref kirin.

Li hefteya rabûrî arteşa Tirkiyê êrîşên asîmanî liser PKK’ê li Herêma Başûrê Kurdistanê dijwar kirine, zirarên canî ên PKK’ê jî pirin, lê belê hêzên parastina gel û navenda wê a medyayî tu deng liser wan êrîşa û ziraran wan nebû.

Pustên heman beş