TİRKİYÊ ÊRÎŞA Lİ SER ROJAVA DİDOMÎNE

TİRKİYÊ ÊRÎŞA Lİ SER ROJAVA DİDOMÎNE

Navenda ragihandinê ya hêzên Sûryaya demokratîk îro encamên roja 45an a şer û berxwedana li rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kirin.

Navenda ragihandinê ya HSD’ê îro roja şemî 13/11/2019an, bi daxuyaniyeke nivîskî encamên roja 45an a şer û berxwedana li rojava û Bakur û Rojhilatê sûryê, eşkere kirin.

Daxuyaniya HSD’ê wihaye:

Arteşa dagîrkar û komên çeteyên wê li seranserê xeta enyê êrîş û tevgera xwe ya dagîrkariyê domandin. Li gel êrîş kirina gelek qadan, arteşa dagîrkar tevgera xwe ya li ser rêya M4ê a navdewletî jî zêde kir.

Tiltemir

Artêşa dagîrkar û komên çeteyên bi ser ve, li gundê Leylan hewl da qadên nû dagîr bikin û tevgera xwe li herêmê berdewam kir.

Eyn Îsa

Li herêma gundê Mesûdiyê, arteşa dagîrkar û komên çeteyan êrîş birin ser herêmên sivîl, her wiha cebilxaneya arteşa Tirkiyê di hundirê Depoya genim de teqya û di encamê de hejmarek çete û leşkerên arteşa dagîrkar mirin.

Hêzên dagîrkar li herêma gundên Kefîfa û Zenûba bi tankan topbaran kir, her wiha li ser herêmê tevgera balefirên keşfê bê navber berdewam kir.

HSD li dawiya beyana xwe dibêje: di encama êrîşên artêşa dagîrkariyê de hevalekî wan canê xwe winda kir û yekê din brîndar ketiye.

Pustên heman beş