SEROKÊ HERÊMA KURDİSTANÊ Û ALÎKARÊ SEROKÊ EMERÎKAYÊ CİVÎYAN

SEROKÊ HERÊMA KURDİSTANÊ Û ALÎKARÊ SEROKÊ EMERÎKAYÊ CİVÎYAN

Alîkarê serokê wîlayetên yekbûy ên emerîkayê serdana herêma başûrê kurdistanê kir û digel serokê herêmê civîya.

Êvara îro roja şemî, 23/11/2019an, Mayk Pêns alîkarê serokê emerîkayê, piştî serdan û civînên xwe ên Bexdayê bi dawî kirîn, giha bajarê Hewlêrê ê paytexta herêma başûrê kurdistanê.

Mayk Pêns, ji aliyê serokê herêma başûr Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazî kirin û di hevdîtinekê de, dawî bûyerên herêmî nîqaş kirin.

Mesrûr barzanî serok wezîrê herêma başûr, cêgirê serok wezîr, alîkarê serokê herêma başûr û hemwext hejmareke rayedarên Herêmê di civînê de amade bûn.

Alîkarê serokê Emerîka û serokê herêma başûrê kurdistanê, nîqaşa dawî bûyer û pêşhatên îraqê, herêma kurdistanê û navçeyê kirin.

Pustên heman beş