ÎRAN DAXWAZA PEREYAN Jİ ZÎNDANİYÊN KURD DİKE

ÎRAN DAXWAZA PEREYAN Jİ ZÎNDANİYÊN KURD DİKE

Rejîma Îranê ji bo azad kirina, zîndaniyên vê dawiyê yên xwepêşandanên Îranê, ku bajar û bajarokên Kurdistana Rojhilat jî ev xwepêşandane bi xwe ve girt bûn, daxwaza pereyan ji malbatên zîndaniyan dike.

Li gorey çavkaniyên Darka Mazî li Rojhilatê Kurdistanê, Hikûmeta Îrana Îslamî ji malbatên girtî yên vê dawiyê ên Rojhilata Kurdistanê ku bi sedema xwepêşandanan ji aliyê hêzên ewlehiyê yên rejîma Îranê ve hat bûn desteserkirin ragihandiye ku ger dixwazin endamên malbatên wan serbest bên azad kirin, pêtivî dike bi qasî 50 milyon tîmenan pereyan ji rejîmê re bidin.

Çavkaniyên Darka Mazî eşkere kirin li bajarên Ciwanro, Sine, Merîwan, Kirmaşan û Bokan û çend bajarokên din saziyên ewlehiyê ên Îranê malbatên girtiyan agehdar kirine ku ger dixwazin endamên malbatên xwe dîsan bi azadî bibînin pêtvî dike 50 milyon tîmenan ji rejîmê re bidin.

Tê zanîn ku di encama xwepêşandanên Îranê de ku bi sedema bilind kirina bihayê banzînê li piraniya bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê hatin encamdan bi tenê li bajarên Rojhilata Kurdistanê pêtirî 1000 Kurdan hatîne desteserkirin.

Pustên heman beş