HEVPEYMANİYA NAVDEWLETÎ Bİ ZİMANÊ KURDÎ DAXUYANİYEKÊ BELAV DİKE

Hevpeymaniya Navdewletî

Hêzên hevpeymaniya Navdewletî bi zimanê Kurdî li 23 Mijdarê de daxuyaniyek belav kir û têde ragihandiye ku wan li gel hêzên Sûryaya demokratîk (HSD) ji nû ve dest bi operasyonên li dijî DAIŞ’ê kirine û di encama yekem operasyonê de hejmareke çekdarên DAIŞ’ê hatine kuştin û hejmarek jî hatine girtin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê beşa operasyonên taybet ên hêzên hevpeymaniya Navdewletî ve bi serenava, ‘hevpeyman operasyonên xwe ji bo têkbirina DAIŞ’ê didomînin hatiye belav kirin, hatiye “di 22ê Mijdarê de, hêzên hevpeymaniya Navdewletî ji bo erka paqijkirina parêzgeha Dêrezorê li Sûriyê, operasyonên xwe yên berfireh li dijî DAIŞ’ê ji nû ve dest pê kir, di berdewamya daxuyanyê de tê gotin ku di  encama wê operasyonê de hejmareke çekdarên DAIŞ’ê hatine kuştin û birîndar kirin.”

Di daxuyaniya hevpeymaniya Navdewletî tê diyar kirin, rewşa vê dawiyê li Rojavayê Kurdistanê û ji nû ve bicihbûna serbazên hevpeymaniya Navdewletî li Rojhilatê Sûriyê, bûne sedem ku operasyonên ji bo têkbirina DAIŞ’ê demek kurt rawestin û bo operasyonên dawîn jî tê gotin, “ev beşek ji qayîmkirina hevbeş ya şerê li dijî DAIŞ’ê ye. Şaneyên terorîstî yên razayî hîn li Bakurê Sûriyê gefin û hêzên ewlekariyê yên Herêmî, li ser pêkanîna operasyonên li dijî terorê li devera di destê xwe de berdewamin.”

Hevpeymaniya Navdewletî derbarê dawîn operasyona li dijî DAIŞ’ê diyar dike, “operasyon paş rojên ji bo pilan û amadekariya li gel hev pêk hat û bersiv bû ji bo gefên DAIŞ’ê. Paş paqij kirina şaneyên gumanbar, hejmareke girîng a çekên sivk, teqemeniyên li malê çêkirî, cebilxane û amûrên elektironîkî yên şexsî, ji Herêmê hatine rakirin.”

HEVPEYMANİYA NAVDEWLETÎ Bİ ZİMANÊ KURDÎ DAXUYANİYEKÊ BELAV DİKE

Pustên heman beş