TİRKİYA Û RÛSYA GERA HEVBEŞ A 11 Lİ ROJAVA KURDİSTANÊ ENCAM DİDİN

TİRKİYA Û RÛSYA GERA HEVBEŞ A 11 Lİ ROJAVA KURDİSTANÊ ENCAM DİDİN

Supayê Tirkiya û polîsên serbazî yên Rûsya federal, îro gera hevbeş ya 11ê li navçeyên rojhilata Firatê encam da.

Çavkaniyên Rojava Kurdistanê eşkere kirin, îro roja duşemî 25/11/2019ê yekeyên supayê Tirkiya û polîsên serbazî yên Rûsya federal gereke çavdêriyê a hevbeş li Rojava Kurdistanê encam dan.

Gera îro ku ya 11ê bû tê kirin, têde erebeyên serbazî yên Tirkiya û Rûsya li navçeyên dinavbera bajarê Qamişloyê û Dêrkê da gera xwe kirin.

4 zirîpoşên supayê Tirkiya û 4 yên supayê Rûsya federal û hemwext balefirên cengî yên bê pîlot beşdarî gera hevbeş kirin û bi kûratî a 10 KM û dirêjahiya 58 KM, hereket kirin.

Pustên heman beş