TİRKİYÊ ZİRARÊN GİYANÎ YÊN PKK’Ê EŞKERE DİKE

TİRKİYÊ ZİRARÊN GİYANÎ YÊN PKK’Ê EŞKERE DİKE

Partiya Karkerên Kurdistanê di dema 2 mehên rabûrî da bi dehan gerîlayên xwe li Başûrê Kurdistanê bi êrîşên asîmanî yên balefirên cengî ên Tirkiyê ji dest dane.

Supayê Tirkiyê îro roja duşemî 25/11/2019ê amara zirarên canî yên Partiya Karkerên Kurdistanê eşkere kirin û ligor amarê, di operasyonên mehên rabûrî de heya niha, PKK’ê li Herêma Başûrê Kurdistanê 163 gerîla ji dest dane.

Tirkiyê li mehên rabûrî de operasyoneke berifreh li herêma Başûrê Kurdistanê li dijî PKK’ê dest pê kir bû û navê operasyonê bi penc bi nav kiriye.

Hêzên Parastina Gel HPG’ê balê serbazî yê Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê, destnîşan nekir heger ev amara Tirkiyê weşandî rastî ji bo heye ya na.

Pustên heman beş