Ji destpêka xwepêşandanên Îranê de ku li 15 Novêmberê hatbûn dest pê kirin, rejêma îslamî ya Îranê 48 ciwanên Rojhilata Kurdistanê şehîd kirine.
Piştî derbas bûna 10 rojan li ser xwepêşandanên Îranê ku bi sedema bilind bûna nirxa panzînê dest pê kirbûn, 48 ciwanên Rojhilata Kurdistanê bi dest çekdarên rejêma îslamî hatîne şehîd kirin, bi dehan ciwan jî hatîne binçav kirin.
Rêxistna hengaw ya mafên mirovan li Rojhilata Kurdistanê navên piranya wan ciwanên şehîd ketî belav kirine û eşkere kir ku 50% ya qurbanîyan ên bajarê Kirmanşanê ne.
Herweha rêjeya din ya şehîdan ji bajarên Cwanro, Merîwan, Sine û Bokan yên Rojhilata Kurdistanê ne, her wiha Tehran Îslam Şehir ya Bakurê Îranê.
ciwanên kurd ku di xwepêşandanên Îranê û Rojhilata Kurdistanê da canê xwe bext kirîne bi vî awayî liser bajaran tên dabeşkirin:
Kirmaşan 28 şehîd
Merîwan 10 şehîd
Cwanro 6 şehîd
Sine 2 şehîd
Tehran 1 şehîd
Îslam Şehir 1 şehîd