Lİ BAŞÛRÊ KURDİSTANÊ 400 KESA OLÊ XWE GUHERTİYE Û BÛNE MESÎHÎ

Lİ BAŞÛRÊ KURDİSTANÊ 400 KESA OLÊ XWE GUHERTİYE Û BÛNE MESÎHÎ

Piştî 10 salan ji kar kirin liser wergêrana Incîlê ji bo zimanê kurdî, niha ev pirtûka asîmanî dikeve ber destên xuyindewaran, yek ji wan mosilmanên ku li Başûrê Kurdistanê ola xwe guhartî û bûye Mesîhî dibêje li Başûrê wilat nêzî 400 kesan ola xwe guhertiye.

Li roja doşemî 25ê Tişrîna diduyan li bajarê Dihokê merasîmek bi beşdariya hejmarek ji kesatiyan hat lidar xistin ku 80 ji van kesatiyan li wilatên biyanî hatbûn, hat lidarxistin, merasîmek ji bo dane nasandin û parvekirina incîleke bi zimanê kurdî.

D.Maykil Malîç, berpirsê rêkxirawa Bîlbîlka ABC li bajarê Dihokê ji tora medyayî a Rûdawê re ragihand ku: ji salên newedan were hizrek hebû ji bo ku Incîlê bi zimanê kurdî “Badînî” çap bikîn, lê belê li sala 2010 me dest bi vê yekê kir, niha ev proje bi dawî hatiye û dixwazîn li Dihokê merasîmekê ji bo parvekirina vê Incîlê lidarbxîn. Ligorey axaftina D.Maykil 5000 incîl hatîne çap kirin û paş vê merasîmê wê bihêne parve kirin.

  1. Maykil ku Emerîkî ye û ev nêzî 15 salane li Kurdistanê jiyan dike, fêrî zimanê kurdî buye û dibêje: gelê Kurdistanê pir ji olê Mesîhî hez dikin, li destpêkê hinek kesan şaş li me fêm kir lê belê hinek kesên din hebûn ku alîkarê mebûn bi taybetî li bajarê Dihokê.

Rêkxirawa Bîlbîlka ABC li piraniya wilatên Cîhanê Ofîsa xwe heye, li Başûrê Kurdistanê jî li bajarên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê Ofîsa xwe heye, ligor amarên vê rêkxirawê heya niha Incîl ji bo 1500 zimanên cîhanî hatiye wergêran.

Pustên heman beş