ŞEHÎD BÛNA 34 KESAN Û DESTESERKİRİNA 1230 KESÊN DİN Lİ ROJHİLATÊ KURDİSTANÊ

ŞEHÎD BÛNA 34 KESAN Û DESTESERKİRİNA 1230 KESÊN DİN Lİ ROJHİLATÊ KURDİSTANÎ

Rêkxirawa Hengaw ji bo mafên mirovan îro roja çarşemî 27/11/2019 ragihand di xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê ku bi sedema blind bûna bihayê benzînê hatbûn encamdan herî kêm 34 kes bi teqeya raste rast a hêzên ewlehiya Îranê li bajarê Kirmanşan hatîne şehîd kirin û pêtrî 1230 kesên din jî hatîne zîndan kirin.

Hengawê ragihand ku ji roja şemî heya pênc şema bûrî pêtrî 1230 kesan heya niha li bajarên Kirmanşan Serpêlî Zehaw, Ciwanro, Îsilamawa desteser û pitirî 600 kesan li bajarên Cwanro û Kirmanşan hatîne birîndar kirin.

Ligorey zanyariyên Hengawê, girtî di zîndanên îtîlaat û supa û xwe zîndana Dîzlawa de hatîne zîndan kirin û ew di rewşeke herî xerabdane, bi awayeke weha ku hinek ji wan bi birîndarî bê ku tedawî a pizîşkî ji bo wan bê encamdan niha di zîndanên rejîma Îranê dene.

Vê saziya taybet bi mafên mirovan ragihand heya nivîsandina van zanyariyan pênasa 19 şehîdan ji bûy wê eşkere bûne bi vî awayê li xwarê hatye diyar kirin:

Şehîdên Kirmanşan

1-mhimd Mîrzayî 2-nadir Bîjenvend 3-Yonis Hzetî 4- Mezher Zehîrî 5-Borhan Mensornya “xelkî Merîwane” 6-‘ebdolrehman Şîrazî 7-Secad Baqrî 8-Hîsam Baranî Rad “xelkî Rewanser” 9-Mistefa Ferzamî 10-Armîn Qadirî 11-Behmen Ezîzî 12-Mihemed Palanî 13- Mizefer Wetendost 14-Mizefer Kerîmî

heya niha pênasa 14- şehîdên Kirmanşan nehatîne eşkere kirin.

Şehîdên Ciwanro

1-kawe Mihemedî 2-yonis Fîroz Bext 3-Îbrahîm Moradî 4-Mobîn ‘Bedollahî “xelkî Rewanser” 5-Cebar Tcare

Heya niha pênasa yek ji şehîdên Ciwanro nehatîye eşkere kirin.

Pustên heman beş