ÇETEYÊN TİRKİYÊ 6 WİLATİYÊN EFRÎNÊ REVANDİN

ÇETEYÊN TİRKİYÊ 6 WİLATİYÊN EFRÎNÊ REVANDİN

Gropên çekdar yên ser bi arteşa Tirkiyê ve, 6 wilatiyên Herêma Efrînê ya Rojava Kurdistanê revandin, yek ji wan jine û çarenvîsa wan ne zelale.

Rêxistna mafên mirovan li Herêma Efrînê raporek li derbara serpêçî yên çete û dovelankên arteşa Tirkiyê weşand û eşkere kir,  giropa bi navê El Hemzat 2 wilatiyên Efrînê bi navên “mistefa Îbiş Eswed û Ehmed Nûrî Ebdu” li rêbenda gundê Tirindê ji roja 23 vê mehê ve revandine û heya niha çarenvîsa wan ne diyare.

Rêxistina mafên mirovan dest nîşan kir, li gundê Erendê yê navçeya Şiyê, giropa Emşat jinek û 3 zelam bi navê “Emîne Îwusf, Ehmed Hec Heyder, Ezîz Hec Heyder û Bekir Mistefa” ji roja 18î vê mehê ve revandine û çarenvîsa wan ne diyare.

Rêxistna mafên mirovan li Efrînê di beşeke din ya raporta xwe da ragihand, giropa El Hemzat û Ceyş El Şerqiye 70 darên zeytûnê li gundê Kîmarê û 65 dar li gundê Axcelê birîne.

Pustên heman beş