SENGAWÎ JİBO SERKİRDATİYA “YNK” BAWERÎ Bİ BAVÊL Û LAHOR NÎNE

SENGAWÎ JİBO SERKİRDATİYA"YNK" BAWERÎ Bİ BAVÊL Û LAHOR NÎNE

Yekîtiya Niştîmanî a Kurdistanê ji saz kirina kongreya xwe ya 4mîn nêzîk dibe û plan heye li 7 dîsambera Îsal birêve biçe, lê belê firecemserî ligel nêzî bûna wexta kongire dijwar dibe, ev yek ji daxuyanî yên endamên Polîtbîro û Encûmena serkirdatiyê de bi zelalî tê dîtin.

Mehmûd Sengawî, endamê Polîtbîro ya Yekîtiya Niştîmanî hinek mijar li derbara kongre zelal kirin û got: “min biryar dabû ku careke din xwe ji bo serkirdatiya YNK’ê kandîd nekim û rêyê li himber ciwanên YNK’ê xweş bikim ku bigihin serkirdatîyê, lê belê niha ne ew serdeme ku ez xwe kandîd nekim jibo serkirdatîyê”, bi gotneke din, Sengawî li vir bi eşkere dibêje ku di vê serdemê de Ciwanên di nava YNK’ê de bi kar serkirdatiya YNK’ê nahên ku bê guman mebesta sereke ya axaftina Sengawî “Bavêl Talebanî û Lahor Şêx Cengî” ne.

Her wiha di beşeke din ya axaftinên xwe de Sengawî dibêje ku amadekariyên saz kirina kongreya 4mîn ya vê partiyê bi başî birêve diçin, û bi tenê hilbijartinên di nava melbendan de mane ku kandîd werin dest nîşan kirin ji bo kongreyê.

Paşxistina kongire xetere û balên YNK’ê tenazulê ji bo hev nakin

Sengawî dîsan axaftina xwe berdewam dike û dibêje: “em hêvî dikîn kongre di wexta xwe de were girêdan, ger çend rojan pêş yan paş bikeve, dibe ev yek nebe sedema dirist bûna çi pisgirêkan”, anku li vir ev endamê Polîtbîro ya YNK’ê hoşdarîyê di de Partiya xwe û jêre dibêje ger kongre paş bikeve dibe pisgirêk derkevin holê ji bo partiyê.

Her ku diçe û YNK’e pêtir nêzî roja girêdana kongreya xwe dibe, lê belê nakokîyên di navbera ball û cemserên cuda yên YNK’ê zelaltir derdikevin, ev nakokî niha gihane asteke pir xeter ku dibe bibin sedema koştin û alozkirina rewşa Başûrê Kurdistanê jiberku hemû balên di nava vê partiyê de li ser axaftina xwe mokirin û tenazulê ji bo balê din nakin.

Tê zanîn ku paş mirina Celal Talebanî sekreterê giştî ê YNK’ê ev partî ye pêtir ji her demeke din ketiye di nava aloziyên navxwe de, ev alozî gihan asteke wiha ku baleke diyar kirî di nava vê partiyê de bê vegerîn li serkirdatiya YNK’ê li sala 2017an de pêtir ji nîva xaka Başûrê Kurdistanê di îxaneteke niştîmanî de bi Qasim Suleymanî yê berpirsê supayê Qudsê Îranê firot, ev bû sedema wê yekê ku cêgirê sekreterê YNK’ê Kosret Resûl Elî paş vê îxanetê beyaneke nivîskî derket û têda vê giropa YNK’ê bi “Kalfam” nav bike.

Pustên heman beş