TİRKİYÊ FERMANDARA PKK’Ê “MEDİYA EGÎD” Lİ ŞENGALÊ KUŞT

TİRKİYÊ FERMANDARA PKK’Ê"MEDİYA EGÎD" Lİ ŞENGALÊ KUŞT

Fermandara herî diyar a Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê bi navê “Beyrat Avşîn û bi kod navê Mediya Egîd” di êrîşeka balefirên Tirkiyê de li Şengalê hat kuştin.

Çavkaniyên ewlehiyê eşkere kirin, “Beyrat Avşîn”, fermandara PKK’ê û endama koma civakên Kurdistanê KCK’ê, li roja 19/11/2019ê di êrîşeke balefirên cengî ên Tirkiyê de ku îstîxbarata wî wilatî “Mît”ê pîlan ji boy danabû hat kuştin.

Hate ragihandin ku erebeya wê fermandara PKK’ê li Şengalê keftîye ber rokêtên balefirên Tirkiyê û bi temamî hatiye jinavbirin.

Arteşa Tirkiyê dibêje: “Mediya Egîd” di lîsta sor a daxwaz kirîyên wê de bû û lêgerîn liser berdewam bû.

“Mediya Egîd” li sala 1997ê tevlî PKK’ê bibû û li sala 2000ê dest bi çalakiyên çekdarî kiriye û şer dijî Tirkiyê dest pê kirbû.

Li sala 2010ê li qendîl û li sala 2014ê li enya Mexmûrê erkên fermandariyê pê dihêne dan, li vê dawiyê di nava “yeja starê” ya şaxa jinan erk wergirtin û li Şengalê berpirsyara şaxa eskerî a wê rêxistinê bû.

Pustên heman beş