MESRÛR BARZANÎ: “DİGEL HEBÛNA PKK’Ê Lİ ŞENGALÊ NÎNÎN”

MESRÛR BARZANÎ:"DİGEL HEBÛNA PKK’Ê Lİ ŞENGALÊ NÎNÎN"

Serok wezîr Mesrûr Barzanî îro serdana Tirkiyê kir û li Enqerê ji aliyê Mewlud Çawîşoxlo wezîrê karên derve hat pêşwazî kirin, Mesrûr barzanî ragihand, ew digel hebûna PKK’ê li Şengalê nînin.

Mesrûr Barzanî Serok Wezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê îro roja pêncişemî 28/11/2019ê digel şandeke Hikûmeta Başûr serdana Tirkiyê kir, ev serdan li ser daxwaziya fermî ya dewleta Tirkiyê hat pêkanîn.

Mesrûr Barzanî yekem civîna xwe li Enqerê digel Mewlud Çawîşoxlo wezîrê karên derve pêkanî, herdu aliyan têkilîyên du alî rewşa navçeyê bi giştî nîqaş kirin.

Mesrûr barzanî û Mewlud Çawîşoxlo konferanseke çapemeniyê a hevpar pêkanî û têde encamên civîna xwe û pirsên medyakaran berisvandin.

Mesrûr Barzanî di berisva pirsekê de li derbara şengalê got: “Kontirola Şengalê di dest Hikûmeta Herêma Kurdistanê de nîne, belku di dest hikûmeta Îraqa federal deye, hemwext li derbara PKK’ê û hêzên girêdayî wê dest nîşan kir ku hikûmeta Başûr li gel hebûna PKK’ê di Şengalê de nîne”.

Di vê derbarê de, wezîrê karên derve yê Tirkiyê tekez kir ku hebûna Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê di hundirê Şengalê de bi xeter tê hejmartin.

Mesrûr barzanî yekem care weke serok wezîrê herêma başûr serdana Tirkiyê dike û ev serdan ji destpêka damezrandina kabîneya 9 seroktiya Tirkiyê ji Mesrûr Barzanî daxwaz kirbû.

Pustên heman beş