MESRÛR BARZANÎ Û RECEB TEYÎB ERDOGAN CİVİYAN

Serok Wezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê îro serdana Tirkiyê kir û li gel Receb Teyîb Erdogan Serokê Tirkiyê civîya.

Îro li Enqere a paytexta Tirkiyê, Receb Teyîb Erdogan Serok Komarê Tirkiyê pêşwazî li Mesrûr Barzanî Serok Wezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê kir.
Mesrûr Barzanî û şandê pêre liser daxwaziya fermî ya seroktiya Tirkiyê ev seredan pêkanîye, digel gihiştine Enqerê, yekemîn civîn digel wezîrê karên derve pêkanî.

Piştre di konferenseke çapemeniyê ê hevpar de ligel Mewlud Çawîşoxlo, Mesrûr Barzanî civîn bi herî baş navkir û go ku encam wê xêr têde be.
Mesrûr barzanî û şanda ast berz ya Hikûmeta Başûr, têkilîyên Hewlêr û Enqere yê, rewşa navçeyê bi giştî li gel rayedarên Tirkiyê nîqaş kirin, herweha melefa şengalê û PKK’ê ku eşkere kir hikûmeta başûr ligel cîgirtina PKK’ê li şengalê nîne.

Li wexta ava bûna hikûmeta nû ya başûrê kurdistanê, seroktiya Tirkiyê daxwaziyeke fermî arastey Mesrûr Barzanî kir ku serdana Tirkiyê bke û ev jî yekemîn seredana serok wezîrê Mesrûr barzanî ye ji bo Tirkiyê.

Pustên heman beş