Serokê partîya Demokrat a Kurdistanê li derbara rewşa Îraqê piştî dest ji kar kişandina serok wezîr ‘Adil ‘Ebdulmehdî ragihand ku bi girîngî ve dûvdaçûn jibo rewşê tê kirin û ew pêşwaziyê li her hengavekê dikin ku çareseriya rewşê biket û rê liber rûxan û fewzayê yan vegerîna dîktatoriyetê bigre.
Mes’ûd barzanî peyamek li derbara rewşê belav kir, ev jî tekista wê ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi girîngî ve duvdaçûnê li ser pêşketinên vê dawiyê dikîn û pêşwaziyê li her hengavek jî dikîn ku bandora xwe li ser çareserkirina qeyranê hebê û rê li ber rûxan û fewza yan vegerandina serdema dîktatoriyeta şûm de bigre. Li her guhertineke da jî pêwîste mafê hemû pêkhatan li ber çav bê girtin û her guhertinek divê li gor mekanîzmên destûrê bê. Her wiha armanca wê çespandina asayîş û aramî û destbilindiya yasa bê û dawakariyên rewayên cemawerê beşê wan hatiye xwarin jî pêkbîne.
Her li vir da şermezariyê tundutîjiyên berdewam û kuştina xelkên bêguneh dikîn û serxweşiyê jî li kesukarên şehîdan dikîn û hêviya başbûna bi lez jî ji bo birîndaran dixwazîn.
Mesûd Barzanî
30.11.2019