Midurîyeta ewlehiya Wanê îro roja şemi 30/10/2019an eşkere kir ku du gerîlayên PKK’ê xwe teslîmî Tirkiyê kir û wan qala serpêhatîyên xwe yên di nav PKK’ê de kir.
A.ki û m.ki yê ku di sala 2015an da tevlî nav PKK’ê bûbûn di nava PKK’ê de reviyan û çûn cem malbatên xwe. Wan di axaftina xwe de qala hal û rewşa xu ya di nav PKK’ê de kir.
A.k, daxuyanî da û got ku 4 sal berê min bi navbeynkariya hevalekî xwe liser medyaya civakî têkilî digel hindek kesan kir û wan ez ber bi nava rêzên PKK’ê ve birim.
Di axaftina xwe da a.ki got ku ew di nav PKK’ê da ji bo anîn û birina xwarnê dixebitî û ji ber aciziya gurçîska PKK’ê ew hinarte Sûriyê û li wir 6 heyvan hat derman kirin û wiha berdeam bû: “di kampan de PKK’ê di bin navê azadiyê de mîna koleyan “Hemalan” kar bi me dikir. Me kar dikir û ew rûdiniştin. Me kar dikir û wan wesaît di bin wan de bû û digeriyan û dixwarin. Ez ji vê rewşê gelek aiciz bûm.”
A.K, destnîşan kir ku ew dema di nav PKK’ê de may rûyê wan yê rastî dît û ji bo revê hertim çavê wî li fersendê bû û wiha domand: “kesên mîna min difikirin di nav PKK’ê de geliekin.
Di axaftina xwe da a.ki b bîr xist ku ew û m.ki b hevdu li nava PKK’ê de reviyan û wiha domand: “em li heman cihê diman, fikra ku emê birevin me 20 rojî qet ji hev ra negot. Piştî têkîlî danînê em bi hevre hatin.”