Ligorey pêgehên “Al-Arabiya ” û “Al-Hades” hêzên Sûriya Demokratîk roja yekşemî yekê dîsambera sala 2019an ragihand digel mosko sebaret bicî kirina hêzên Rûsya li Bakurê Sûriyê gihiştîne lihevhatinê.
Ligorey vê raporê, û lihevhatina hatye kirin hêzên Sûriya Demokratîk û mosko hêzên Rûsî li navçeyên “‘Amodê” “Til Temir” û “Eyn Îsa” li Bakurê Sûriyê wê werin bicî kirin.
Li aliyeke din Mezlûm Kobanî fermandarê giştî ê hêzên demokratîk li sûryê di pêgeha xwe a twitterê de nivîsandiye: “îro me pêşwazî li Eliksandir Çaykof fermandarê hêzên Rûsî li Sûriyê kir, ev rûniştinek pir berhem bû, û ji bo ewlehî û êmnahiya navçeyê liser bicî kirina hêzên Rûsya li Amodê û Til Temirê û Eyn Îsayê gihiştîn lihevhatinê, û em daxwazkarên hewlên hevbeş yên pitirîn di çarçûvê berjewendiyên wilatên xwe de”.
Mezlûm Ebdî, fermandarê hêzên Sûriya demokratîk roja derbas bûyî di Guftugoyeke taybet digel “Al-Arabiya” ragihand: Tirkiyê wê berdewamiyê bide şikandina agirbesta digel Emerîkayê girêdayî.
Ew dupat dike ku bajarên Til Temir û Eyn Îsayê radestî hêzên rejîma Beşar Esed yan Rûsya nakin belku wê ew bajar li bin kontrola hêzên Sûriya demokratîk bimînin.
Mezlûm Kobanî dîsan wiha axaftina xwe berdewam dike: du bajarên Til Temir û Eyn Îsa li bin kontirola hêzên Sûriya demokratîk dane û wê li bin kontirola me de bimînin.