Serokê herêma başûrê kurdistanê li gel şandeke encûmena niştîmanî a kurdî ENKS’ê civîya û çareseriya rewşa rojava û navçeyê nîqaş kirin.
Îro roja duşemî 2/12/2019ê, nêçîrvan barzanî serokê herêma başûrê kurdistanê, li gel şandeke encûmena niştîmanî a kurdî li sûryê ENKS’ê bi seroktiya Siûd Mela Serokê ENKS’ê civîya, pisgirêkên rojava û çareseriya rewşa navçeyê nîqaş kirin.
Nêçîrvan barzanî tekez li girinigîya yekrêzî, tebayî û pêkve kar kirinê û hemwext li hev têgihiştinê li navbera alî û pêkhateyên Kurdistanî li Sûriyê kir, hemû amadekarî ji bo hevkariyê û piştgiryê li vê derbarê nîşan da, bi taybet li hewlên ji bo seqamgîrîya navçeyê û çareseriya aştiyane tên avêtin.
Her li vê civînê, serokê herêma başûr û şanda ENKS’ê tekezî li hevdu qebûl kirinê li navbera alî û pêkhateyên li Sûriyê li pênavê çareserkirina kêşeyan û vegerîna aramî û seqamgîrîyê kir.
Hemwext dilgiranî ji guherînên demografî yên li Rojava Kurdistanê tên kirin û reftarên çekdarên tundrew yên girêdayî opozîsyona Sûriyê diyar kir.