TİRKİYÊ SENTEREKE ZAROYAN Lİ TEL REF’ETÊ BORDUMAN KİR

TİRKİYÊ SENTEREKE ZAROYAN Lİ TEL REF'ETÊ BORDUMAN KİR

Arteşa dagîrkariya Tirkiyê îro sentereke taybet bi geşepêdana zaroyan li bajarokê Tel Ref’etê bordoman kir û bi sedema vê bordomanê 10 kes ku piranya wan zaro ne şehîd ketin.

Îro roja duşemî 2/12/2019an arteşa dagîrkariya Tirkiyê navenda geşepêdana zaroyan li bajarokê Til Ref’etê li Bakurê rojava sûryê borduman dike û ev borduman dibe sedema şehîd xistna hejmarek zaroyan.

Nerîngeha Sûriya ya mafên mirovan eşkere kir, ji sedema wê bordumanê 10 kesan canê xwe ji dest daye ku 9 ji wan zarone, her wiha 12 kesên din jî ji egera vê bordomanê brîndar ketne.

Tê zanîn ku ev bo cara yekemîn nîne arteşa dagîrkariya Tirkiyê ciyên sivîlan bordoman dike, belku bera niha çendîn ciyên din jî ji aliyê arteşa dagîrkariyê ve li rojava kurdistanê hatine bordoman kirin ku van bordomana hejmareke şehîdên sivîl û brîndar li  pey xwe aniye.

Pustên heman beş