DU LEŞKIRÊN ARTEŞA TIRKIYÊ LI BAŞÛR Û ROJAVA KURDISTANÊ HATIN KUŞTIN Û YEKÊ DIN BIRÎNDAR KETIYE, EV YEK LI GOR WEZARETA PARASTINA NETEWEÎ YA TIRKIYÊ.
Wezareta parastina neteweî ya Tirkiyê di beyaneke nivîskî de eşkere kir, li sînorê bajarê Girê Sipî û ji encama êrîşekê ku bi gulle hawinan duh roja duşemî 2/12/2019ê hatiye kirin, leşkirekê wî welatî hat kuştin.
Her wiha dest nîşan kir ku ew leşkirê wan bi dest terorîstan hatiye kuştin, lê zelal nekir kanê çi aliyeke wan bi teror bi nav kiriye.
Di beşeke din ya daxuyaniya wezareta parastina neteweî ya Tirkiyê de hatiye: leşkirekê din yê wan li sînorê operasyona Penc 3 ku dikeve navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê, hatiye kuştin û leşkirekê din birîndar ketiye.
Li gor daxuyaniyê, ew leşkir ji encama pevçûneke li gel Gerîlayên partiya karkerên Kurdistanê li Başûra wilat hatine kuştin û birîndar kirin.