5 ÇETEYÊN TIRKIYÊ LI ROJAVA KURDISTANÊ HATIN KUŞTIN

5 ÇETEYÊN TIRKIYÊ LI ROJAVA KURDISTANÊ HATIN KUŞTIN

HÊZÊN RIZGARIYA EFRÎNÊ LI GUNDEKÊ GIRÊDAY BAJARÊ BABÊ ÊRÎŞÎ ÇETEYÊN TIRKIYÊ KIR, DI ENCAMÊ DE, 5 ÇETE HATIN KUŞTIN Û HEJMAREKE DIN BIRÎNDAR KETIN.

Li gor çavkaniyên Rojava Kurdistanê, duh roja duşemî 2/12/2019 ê, hêzeke Kurdî ku navê Hêzên Rizgariya Efrînê li xwe kirine, li gundê Eblê yê bajarê Babê li dijî çeteyên arteşa Tirkiyê êrîş pêk anî û di encamê de 5 çete hatin kuştin û hinek çete jî birîndar bûne.

Piştî vê êrîşa sînorê Babê, arteşa dagîrkariya Tirkiyê her yek ji gundên Til cîcan, Semûqa û Til medîqên yên herêma Şehbayê topbaran kirine.

Ev hêza ku navê rizgariya Efrînê li sere, piştî dagîr kirina wê herêmê ji aliyê arteşa Tirkiyê ve hat pêk anîn û çalakiyan li djî çeteyên Tirkiyê û dovelankên wê yên opozisyona Sûriyê pêk dînît.

Pustên heman beş