ARTEŞÊN DAGÎRKARIYA TIRKIYÊ Û RÛSYA FEDERAL ÎRO DEWRIYA HEVPARA 13MÎN LI ROJAVA KURDISTANÊ PÊKANÎ Û BALEFIRÊN BÊ PÎLOT PIŞTGIRIYA ASÎMAN JI BO LEŞKIRAN ÇÊKIR.
Îro roja sêşemî 3/12/2019an arteşên dagîrkariya Tirkiyê û polîsên leşkirî yên Rûsya federal, dewriya 13mîn ya hevpar li navçeyên Rojava Kurdistanê bi taybet li sînorê Kobanê pêkanî û balefirên bê pîlot weke di pilanê de, piştigrî û ewlehiya asîman ji bo leşkiran çêkir.
4 erebeyên leşkirê Tirkiyê û 4 erebeyên leşkirê Rûsyayê beşdarî kir û ji asîman balefirên cengî yên bê pîlot tevlî herkertên dewriya hevpar bûne.
Arteşên Tirkiyê û Rûsyayê pêştir dewriye bi kûrahiya 10 km û drêjahî 26 km pêk anî bûn.