Îro roja sê şemî 3/12/2019an li bajarokê Selaheddîn Mes’ûd Barzanî Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê pêşwazî li şandekê bilind ê encûmena nîştîmanî a kurd Sûriyê “ENKS’ê” bi serokatiya Siûd Mela Serokê encûmena nîştîmanî a kurdî Sûriya kir.
Di vê hevdîtinê de rewşa siyasî a Sûriyê û dawî pêşhatên wê ên siyasî û meydanî û her wiha rola wlatên herêmî û navdewletî li Sûriyê xist ber bas kirin û şirove kirinê.
Di vê hevdîtnê de herdu aliyan dilgiraniya xwe li himber hebûna pêkolên ji bo guherîna demografiya Rojavayê Kurdistanê û eşkencedan û aware kirina wilatîyên Kurd ji aliyê çekdarên tundrew anî ziman.
Di derbarê pêşeroja Sûriyê û nexşerêya aliyên Kurdî yên ji bo rûbrûbûna gefan û misogerkirina mafên siyasiyên gelê Kurd, Mes’ûd Barzanî şîretên pêwîst li şanda mêhvan kirin.