LI XANEQÎNÊ PÊŞMERGE DIKEVE AMADEBAŞIYÊ

LI XANEQÎNÊ PÊŞMERGE DIKEVE AMADEBAŞIYÊ

Jiberku hikûmeta Îraqê niha di rewşeke xirab de derbas dibe, liv û tevgerên DAIŞ’ê li sînorê navçeyên cihê nakokiyê yên di navbera herêma kurdistanê û Îraqê de, zêde bûye û 6 gundên xaneqînê ji tirsa çekdarên DAIŞ’ê hatine vala kirin.

Ji ber zêdebûna liv û tevgera çekdarên DAIŞ’ê, li sînorê qezaya Xaneqînê 6 gundên kurdan hatine vala kirin. Xelkê wan gundan dibêjin, DAIŞ dîsan bihêz bûye û tevgerên xwe li navçeyê zêde kirine.

Çavkaniyên Darka Mazî eşkere kirin ku paş serhildana xwepêşandanan li bajar û bajarokên Îraqê liv û tevgerên DAIŞ’ê zêde bûne û bi vê sedemê li navçeyên nakokî liser yên ku dikevin dinavbera herêma başûrê kurdistanê û ‘Îraqê de rewş pir xeter bûye û gel nikare bi heza xwe tev bigere û bi aramî jiyan bke.

Piştî ku çekdarên DAIŞ’ê li navçeya Neftxane û Newcûl êrîşî hêzên Îraqê kirî, serbazekî arteşê û 5 çekdarên heşda şebî kuştin û 15 çekdar jî brîndar kirin, rewşa wê navçeyê xirabtir bûye.

Her li gor zanyariyên îstixbaratî yên artêşa Îraqê û polîsê nehiştina tawanan, hejmara çekdarên DAIŞ’ê li sînorên Diyale, Selahedîn û Kerkûkê ji 1500 kesan derbas bûye.

Li gor zanyariyên îstixbaratî yên hêzên pêşmerge, DAIŞ’ê di dema 15 rojên bihorî de 30 çekdarên perwerde kirî bi serperiştiya emîrekî xwe yê biyanî şandiye sînorê Xaneqîn, Gulale, Qeretepe û Guleco û ji bo êrîşkirna ser artêşa Îraqê û hêzên leşkerî yên li wî sînorî plan danîne.

Hat eşkere kirin ku çekdarên DAIŞ’ê 2 ketîbeyên xwe ên bi navê ketîbeya Omer û ketîbeya Osman şandîne sînorê Xaneqînê û ew di berhevin ji bo encamdana êrîşan liser wan hêzên ku wê navçeyê diparêzin.

Herwiha çavkaniyên Darka Mazî eşkere kirin ku bi sedema zêdebûna liv û tevgerên DAIŞ’ê, hêzên pêşmerge li sînorê nêzî Xaneqînê di amadebaşiyê de ne, ji bû rûbirû bûna her pêşhateka neçaverê kirî li navçeyê.

Pustên heman beş