DAXUYANIYA FERMANDARÊ GIŞTÎ Ê HÊZÊN PÊŞMERGEYÊN HERÊMA KURDISTANÊ

DAXUYANIYA FERMANDARÊ GIŞTÎ Ê HÊZÊN PÊŞMERGEYÊN HERÊMA KURDISTANÊ

Piştî şeva rabûrî terorîstên DAIŞ’ê êrîşî ser lîwaya sê a hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirî û hejmarek Pêşmerge ji egera vê êrîşa terorîstên DAIŞ’ê şehîd û birîndar bûn, wezareta Pêşmerge daxuyanî liser vê yekê da, piştre Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û fermandarê giştî ê hêzên Pêşmerge û çekdarên Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Ev jî naveroka daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ye:

Êrîşa DAIŞ’ê bo ser lîwayeka hêzên Pêşmerge ên Kurdistanê li Xaneqînê, piştî encamdana hejmareke karên terorîstî ên yek li pey yek ên çend heyvên rabûrî li navçeyên derdora Kerkûk û Germîyanê, ev rastîye tê îsbat kirin ku DAIŞ’ê bi dawî nehatîye û hêjan xetereye liser ewlehî û aramiya navçeyê, şerê jinavbirina ev dujminê mirovatiyê hêjan didome.

Em di demekê de ku silavan ji bo gîyanê pakijê wan şehîdên nemir dişînîn ku di têkşikandina êrîşa DAIŞ’ê de canê xwe ji dest daye û daxwaza çak bûna lezgîn ji bo birîndaran dikîn û destxweşyê li Pêşmergeyên qareman dikîn, wilatîyên Kurdistanê piştrast dikîn ku hêzên Pêşmerge û hêzên din ên çekdarên Kurdistanê weke hertim di amadebaşîyê dane ji bo berhingarbûn û têkşikandina her livîneka terorîstan û parastina gel û xaka Kurdistanê ji her xetereyeke din.

Cardin tekezîyê liser vê yekê dikîn ku DAIŞ hêjan bi dawî nehatiye û hêjan xetereye bo ser aştî û asayîşa Kurdistan û Îraqê û navçeyê û Cîhanê, em pişt rastîn ev rekxirawa terorîstî careke din mijolî xwe rêxistinê û mifa wergirtin li rewşa nihaye ji bo berfireh kirina karên xwe ên terorîstî, jiber vê yekê pêtvî dike hevpeymaniya navdewletî a dijî DAIŞ’ê bi wê germatiya berê berdewam bibe û rê nede terorîst rewşa xerab a Îraqê û navçeyê bi delîv wergirin, tekoşîn  jî were kirin ji bo wê yekê ku zûtir dawî bi rewşa tevlîhev a Îraqê were û seqamgîrî vegere Îraqê.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

Pustên heman beş