YNK’E NIKARE GIRIFTA BAL Û CEMSERAN DERBAS BIKE

YNK'E NIKARE GIRIFTA BAL Û CEMSERAN DERBAS BIKE

Yekêtî wê li 21 vê mehê kongreya xwe lidarxe

Yekêtî ya Niştîmanî ya Kurdistanê, îro jivanê lidarxistina kongreya xwe ya 4mîn dest nîşan kir û ragihand, kongre wê li 21 vê mehê were lidarxistin.

Yekîtî ya niştîmanî ya kurdistanê di civîna xwe ya encûmena serkirdatîyê de, biryar da kongreya 4mîn ya partiyê ku di pilanê de bû li 7 vê mehê were lidarxistin, ji bo 21/12/2019an were paşxistin.

Hemwext encûmena navendî ya YNK’ê biryar da, konferensên melbend û organên partiyê li roja 9/12/2019an were lidarxistin.

Encûmena navendî ya YNK’ê duh roja çarşemî 4/12/2019an huşdarî ji paşxistina jivanê girêdana kongireya 4mîn ya YNK’ê dabû.

Ev paşxistin jî bi belgeyeke zelal ji bo hebûna nakokî û aloziyê li navbera bal û cemserên serkirdatiya YNK’ê de ku digel nêzî bûna jivana girêdana kongireyê, karîna derbas kirina wan nakokîyan nîne.

YNK ji wexta nexweş ketina Celal Talebanî sekreterê partiyê û heya niha, li ser hinek balên cuda li gor berjewendiya hinek ji serkirde û qadroyên wê yên pêşketî parve bûye, ev yek jî bûye sedema lawaz bûna pêgeha YNK’ê, her çend ku serkirdeyên wê bi taybet yên genc weke Pavêl talebanî û Lahorê şêx cengî înkara hebûna çi balekî di nava partiyê de dikin, lê belê ev yek nemaye pirseke nixaftî belku nîqaşa ser zimanê hemû qadroyên wê ye.

Pustên heman beş