Îro 57 roj li ser êrîşa dagîrkariya Tirkiyê li ser Rojava Kurdistanê derbas dibe û çeteyên Tirkiyê yên opozîsyona Sûriyê êrîşa bajarokên Eyn Îsa û Til Temirê kirin.
Li gor çavkaniyên Rojava Kurdistanê, êrîşên arteşa Tirkiyê ya dagîrkar û çeteyên wê îro bo roja 57 mîn li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewamin, bi taybet li bajarokên Eyn Îsa û Til Temirê, di êrîşê de hêzên Sûryaya demokratîk her çend ku bersiv daye, lê belê şervanekê wan brîndar ket.
Li vê derbarê de, navenda çapemeniya hêzên Sûryaya demokratîk HSD’ê eşkere kir, arteşa dagîrkar û komên çeteyên bi ser wê ve li derdora gundê Erbeîn êrîş birin ser çeperên hêzên HSD’ê û herêmên sivîl.
Hemwext dest nîşan kir, komên çeteyan li ser rêya M4 ya navdewletî tevgera xwe ya dagirkeriyê domand, her wiha êrîşên bi çekên gran li ser gundewarên Tirwaziyê û Um Beramij pêk hatin.
Arteşa dagîrkar her wiha bi gulle hawin û topên Girad êrîş birin ser gundên Xirbit Fars, Kefîfa û Leqleqo, tevgera balafirên bê pîlot arteşa dagîrkar jî li ser seranserê Herêmê berdwewam kir.