Serok wezîrê hikûmeta Başûrê Kurdistanê îro wê peyameke girîng pêşkêş bike û têde behsa berhema 100 rojên kabîneya nehema hikûmetê bê kirin, kanê sînordar kirina gendeliyê têde bi t awayî bûye.
Bi helkefta bûrîna 100 rojan li ser kar kirina kabîneya nehema hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê, êvara îro roja şemî 7/12/2019an, Mesrûr Barzanî serok wezîrê herêma Başûrê Kurdistanê, dê gotareke têlefizyonî ji gelê Başûrê re pêş kêş bike.
Mesrûr Barzanî di gotara xwe de ku biryare îro demjimêr 20:00 li kenalên raghandinê bê weşandin, wê ronahiyê bixe ser destkeftên 100 rojên karên kabîneya nehema hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê.
Çavkaniyan eşkere kirine, Mesrûr Barzanî wê hinek tewerên girîng di gotara xwe de zelal bike, weke piroseya çaksaziya îdarî û darayî, şerê gendelî û pêşdebirina weberhênan û sêktera abûrî a herêma Başûrê, her wiha pêşdebirina têkiliyên bi hikûmeta federal a Îraqê re.
Kabîneya nehema hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê, li roja 10 tîrmeha îsal 2019an sûnda qanûnî xwarbû, Mesrûr Barzanî bi dengên 88 parlimenterên Kurdistanê bawerî ji bo posta serok wezîriyê wergirtibû.
Serok wezîr di rûniştina parlimena Kurdistanê a sûnd xwarina kabîneya nehema hikûmetê de, soz bi gelê Başûrê Kurdistanê re dabû, şerekê bê wêne li djî gendeliyê îlan bike û îro wê encam û berhema karê kabîneya xwe di wexta 100 rojên rabûrî de eşkere bike.