MESRÛR BARZANÎ Û NÛNERÊ DONALD TRAMP CIVIYAN

MESRÛR BARZANÎ Û NÛNERÊ DONALD TRAMP CIVIYAN

 Serok wezîrê herêma Başûrê Kurdistanê îro li gel nûnerê serokê Emerîkayê civiya, têkiliya dualî û xetera rêxistina terorîstî a DAÎŞê nîqaş kirin.

Mesrûr Barzanî, serok wezîrê herêma Başûrê Kurdistanê, îro roja şemî 7/12/2019an pêşwazî li Cêmis Cêfrî nûnerê serokê Emerîkayê ji bo hevpeymanêtiya navneteweî a li dijî DAÎŞê kir.

Di hevdîtinê de, herdu aliyan melefa têkiliyên herêma Başûrê Kurdistanê û Emerîkayê, xetera rêxistina terorîstî a DAÎŞê, rewşa herêma Başûrê û Îraqê û hemwext rewşa navçeyê nîqaş kirin.

Mesrûr Barzanî eşkere kir, hikûmeta Emerîkayê pabende bi wê dostatiya dîrokî ku li gel herêma Başûrê Kurdistanê heye.

Ji aliyê xweve, Cêmis Cêfrî got: “Ew şanaziyê bi qurbanîdana gelê Başûrê Kurdistanê di cenga dijî DAÎŞê de diken û tekez kir, alîkariya Emerîkayê ji bo Kurdistanê wê bidome”.

Pustên heman beş