Mesrûr Barzanî serokê Hikûmeta herêma Kurdistanê bi helkefta bûrîna 100 rojan liser dest bikar bûna kabîneya 9 a Hikûmeta herêma Kurdistanê gotarek belav kir û têde destkeftên wan 100 rojên kar kirina Hikûmeta nû xistin berçav.
Mesrûr Barzanî di gotara xwe de ragihand, ku wan hewl dane peywendiyên xwe digel Hikûmeta Îraqê beref pêş bibin û lihevhatineke tevahî encam bidin liser hemû pirsên dinavbera Hikûmeta herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê, ev yek jî liser binyatê çar xalên sereke, ku vedîtina formoleya dadperweriyê di pişka budceya herêma Kurdistanê li gorey destûr û desthilat û mafên herêma Kurdistanê taybet di pirsên neft û gazê de werin parastin, pisgirêka navçeyên veqetandî ji herêmê li gorey destûr werin çareser kirin û hêza pêşmergeyên Kurdistanê beşek bin ji sîstema berevaniya Îraqê û mafên destûrî ên pêşmergehan parastî bin.
Di vê gotarê de serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ev yek eşkere kir ku Hikûmeta federal a Îraqê nîgeran bûna me wergirtiye û niha bi hevre em liser çareseriyan dixebitin bo mînak yekem care Hikûmeta herêma Kurdistanê beşdar idbe di darêştina reşnivîsa proje yasaya budceya salane a Îraqê de.
Mesrûr Barzanî dîsan bal kişand ser vê yekê ku niha beşek ji budceya Îraqê digehe dest Hikûmeta herêmê, gaza Kerkûkê jî bi hevbeşî dihinêrin bazarên cîhanê, sîyasetên gomirkan jî wek hev kirine.
Mesrûr Barzanî pişt rastî da wilatîyên başûrê Kurdistanê ku Hikûmeta herêmê wê hemû hewildanan bke ji bo wê yekê ku digel Hikûmeta Îraqê de bigihin lihevhatineke dadperwerane û mûçe û şayisteyên darayî ên herêmê heyvane bigihin dest Hikûmeta herêmê û tu careke din mûçe nehê paşekeft kirin.
Serokê Hikûmeta başûrê kurdistanî ragihand ku Hikûmet wê bi hemû îmkaniyatên xwe xizmeta gelê başûr bke û di vê yekê de wê hemû şiyanên xwe ji bo xizmet kirina gelê kurd serf bke.
Her wiha serokê Hikûmetê ragihand ku wan proje heye ji bo kêm kirina xericîyên Hikûmetê û zêde kirina dahatê Hikûmetê û rêgrî kirin ji hemû şirketan ji xwe vedizînê li dana bacê bi Hikûmetê.
Liser pirsa neft û gaz û samanên xwezayî ragihand ev yek pir şefafe û her wilatîyek dikare bizanibe dahata Hikûmetê çende.
Serok wezîr Mesrûr Barzanî taybet bi pisgirêka gendelyê dinava saziyên Hikûmeta herêmê de ragihand emê bi tu awayekê xemsariyê li gendeliya tu kes û aliyekê de nekîn û ez bi xwe rijdim liser vê karê, niha jî me kariye rewşeke wiha saz bikîn ku rê liber berifreh bûna gendelyê bigre.
Serokê Hikûmetê liser babeta bertîlan ku pirseke berbelave dinava wezîfedarên Hikûmetê de ragihand ku bi cidî kar liser hatye kirin û çendîn wezîfedar jiber wergirtina bertîlan niha li jêr lekolîna dad dane.
Tekez kir ku Hikûmeta herêma Kurdistanê hertim alîkarê kertê kiştûkalê û cotKaran bûye û wê berdewam be liser alîkarî kirin û pêş xistna vê kertê herî gring, herweha ragihand ku di pilana Hikûmetê de heye berhemên Dexil û danan zêde bke û hertim min tekez liser beref pêş birina vî kertê girîng kiriye.
Liser kerta karebê ku yeke ji xizmetguzaryan giştî, serok wezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, wilatî ji vê kertê dil giranin, niha ji bo berhem anîna karebayê em kêmtir pişt bestinê liser gazwaîla biyanî dikîn û zêdetir xaza sirûştî a navxwe em bikar diînîn, jiber vê yekê niha nêzî yek milyar dolaran salane ji têçonên berhem anîna karebê kêm bûye, tekezî liser vê yekê jî kir ku kertê karebayê pêtvî bi pêdaçûneke din heye û em liser vê yekê dixebtîn ku kêmtirîn rêjeya karebê bi herwe biçe.
Liser kerta perwerdê jî di gotara xwe de bal kişand ser vê yekê ku ji nêzî agehdare ku dibistan di rewşeke baş de nîne, min serdana çendîn dibistanan kiriye û dizanim ew di rewşeke xirabdane û pisgirêkên herî zûr hene. Hejmareke zêde a qutabîyan di yek pol de dixwînin û dibistan heye di yek roj de sê şîftên qutabîyan têde dixwînin, lê belê me bodceyeke taybet ji bo çareserkirina vê pisgirêkê di nava kertê perwerdê de terxan kiriye.
Serok wezîrên Hikûmeta başûr dîsan di berdewamiya gotara xwe de ragihand ku ewê berdewam bin di destve anîna armancên Hikûmeta herêmê de di bîyavê girîngî dan bi malbatên şehîdan û eşkere kir, biryara xerc kirina hevkarîyan hatiye dan ji bo malbatên şehîdên şerê li dijî DAIŞ’ê, herweha ragihand ku ew wê li piştevanî kirina hêzên pêşmerge û asayîşê berdewam bin.
Serok wezîran ragihand herçend ku di 100 rojên rabûrî de ji kar kirina Hikûmeta herêma Kurdistanê destkeftên baş hene, lê belê hêjan pir karê me hene, hêjan saziyên Hikûmeta herêmê li gorey hez û arezoyên me çalak û berhemdar nînin, ew dikarin pir karatir û berhemdar tir bin.
Serok wezîrên herêma Kurdistanê tekez kir ku Hikûmeta herêma Kurdistanê a hemû wilatîyane, û bi tenê ne ya kesekê yan çend partîyekên siyasîye, jiber vê yekê em li benda piştevaniya hemû partîyên siyasî yên herêma Kurdistanê ne ji bo bihêz kirina vê Hikûmetê, em dixwazîn di karên baş de alîkar bin û şaşîyên me ji bo me dest nîşan bikin.