“Kesên ku xwepêşander kuştin divê werin darizandin”

“Kesên ku xwepêşander kuştin divê werin darizandin”

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihandinek liser rewşa xwepêşandanên Îraqê û ew pevçûnên şeva rabûrî de ku li Bexdayê dirist bûn belavkir û ragihand “ew kuştara himber Xwepêşanderên sivîl li Pira Sînek û Meydana Xllanî li Bexdayê hatin encamdan, tawanên bê hincetin”.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, kesên ku duh li Bexdaya paytext êrîşî xwepêşanderan kirin, divê werin darizandin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê  her wiha ragihand, kesên ku duh li Bexdaya paytext êrîşî xwepêşanderan kirin, divê werin darizandin.

Ligor daxuyaniya ku ji ofîsa Serokatiya Herêma Kurdistanê hat dayîn, tu hinceta êrîşên ku li meydana El-Hllanî û pira Sînekê dijî xwepêşanderan hatin kirin, tuneye.

Serokatiya Herêma Kurdistanê sersaxî da malbatan û destnîşan kir, kê dibe bra bibe, divê rayedarên Îraqî wan bigrin û ew werin darizandin.

Pêr bi şev li Bexdayê kesên nasnameya wan ne diyare, gulle berdabûn xwepêşanderan û 16 kes hatbûn kuştin û50 kesên din hatbûn birîndar kirin.

Pustên heman beş