SEROK WEZÎR DANPÊDANÊ BI MEZINTIRÎN ŞAŞIYA XWE YA VEŞARTÎ DIKE

SEROK WEZÎR DANPÊDANÊ BI MEZINTIRÎN ŞAŞIYA XWE YA VEŞARTÎ DIKE

Serok wezîrê Berîtanya yê îro danpêdan bi mezintirîn serpêçî kir ku wî bera niha encamdaye û dibêje: “ew gelek pûşmane ku wî ev karê şaş kiriye”.

Borîs Conson, îro roja yekşemî 8/12/2019an berisva hinek medyakaran da û behsa mezintirîn serpêçiya yasayê kir ku wî di jiyana xwe de encam daye wexta ku yek ji rojnamevanan jê pirsî aya mezintirîn tawan yan serpêçî çi bû wî kiriye.

Conson di berisva wê pirsê de got ku ew gelek pûşmane ku wî hinek caran paysikla xwe li ser şusteya cadeyan hajotiye û dibêje: “ev mezintirîn şaşî bû min krî û ez gelek pûşmanim jiberku şuste ciyê hatinuçûna wilatiyane û nabe bibe rêya paysiklê”.

Serok wezîrê Berîtanya yê her wiha got: “ez bi paysiklê hatnuçûnê dikim, lê belê hinek caran min paysikla xwe biriye ser şostey, ji bo vê jî ez pir pûşmanim ku min ev kar kiriye”.

Ev danpêdana Borîs Conson bi hinek rojan bera hilbijartina berwexta Berîtanya yê tê ku biryare li 12 vê mehê bên encam dayîn.

Rapirsîyan bera hilbijartinê eşkere kirine ku Conson ê serokê partîya Parêzgarên Berîtanya yê, bi 8 heya 15 xalan li bera partîya karkeran ya opozisyon tê.

Pustên heman beş