NÊÇÎRVAN BARZANÎ: “PÊWÎSTE ENCAMDERÊN CÎNOSAYDAN BÊN SIZADAN”

NÊÇÎRVAN BARZANÎ:"PÊWÎSTE ENCAMDERÊN CÎNOSAYDAN BÊN SIZADAN"

Serokê herêma başûrê kurdistanê peyamek li derbara roja cîhanî a rêzgirtinê li qurbaniyên cînosaydan weşand û têde daxwaz dike encamderên cînosaydan werin sizadan.

Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê, îro roja duşemî 9/12/2019an, peyamek li roja cîhanî a rêzgirtinê li qurbaniyên cînosaydan weşandiye û têde hatye: “bi rêz ve bîranîna qurbanyên cînosaydên kurdistanê û cîhanê dikîn, silav û dirûdan ji bo canên pakij ên wan qurbanîyan dişînîn”.

Nêçîrvan Barzanî di peyamê de, daxwazê ji civaka navneteweyî dike, kar ji bo dubare nebûna cînosaydan bke, hemwext encamderên cînosaydan bên sizadan.

Li sala 2015an neteweyên yekbûîy, roja 9 meha dîsambera ji her salê, bi roja bîr anîn û rêzgirtinê li qurbaniyên cînosaydê û rêgirtinê li wê tawanê dest nîşan kir, ev roj jî hevdem li gel bi yasakirin, rêgirtin û sizadana encamderên cînosaydê a sala 1948an tê.

Pustên heman beş