RÊBERÊ BERÊ Ê TEVGERA ÎSLAMÎ KOÇA DAWYÊ KIR

RÊBERÊ BERÊ Ê TEVGERA ÎSLAMÎ KOÇA DAWYÊ KIR

Rêberê berê yê tevgera îslamî a kurdistanê “Şêx Sedîq Ebdulezîz” îro li bajarê Silêmaniyê ê Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da.

Rêberê berê ê tevgera Îsalamî a Kurdistanê û zanayê mezin ê bajarê Helebce yê, Şêx Sedîq Ebdulezîz, îro roja duşemî 9/12/2019an bi sedema nexweşiyê, li bajarê Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da, sibe roja sêşemî jî wê yekem roja behya wî be li bajarê Helebce yê.

Şêx Sedîq di sala 1939an de li gundekê Helebce yê ji dayik bûye, di sala 1979an de tevgera Raperîna Îslamî damezrand, piştî wê di sala 1999an de bi tevgera îslamî re bûn yek û yek bûna îslamî pêkanîn.

Şêx Sedîq di sala 2012an de dev ji Tevgera Îslamî berda, îro jî ji ber ku nexweş bû, li bajarê Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da.

Di vê derbarê de, Nêçîrvan Barzanî serokê herêma başûrê kurdistanê peyamek weşand û xemgînî ji bo wexera dawyê a şêx Sedîq diyar kir.

Pustên heman beş