BAHOZ ERDAL: “YPG’Ê REJÊMA ESED PARAST”

BAHOZ ERDAL:"YPG’Ê REJÊMA ESED PARAST"

Partiya Karkerên Kurdistanê dest nîşan kir, yekîneyên parastina gel YPG’ê, rejîma Sûriyê parastiye û heger YPG nebaye, Beşar Esed ne dima.

Bahoz Erdal endamê fermandariya bergirya navendiya hêzên Parastina Gel HPG’ê, balê leşkirî yê partîya Karkerên Kurdistanê PKK’ê, di nûtirîn daxuyaniya xwe de ku pêgeha RojNews a nêzî partîya Karkerên Kurdistanê veguhastiye, dest nîşan kir ku yekîneyên parastina gel YPG’ê, rejîma Beşar Esed li salên şerê navxwe parast û heger YPG’e nebaye, ew rejîm wê jinav çûba.

Bahoz Erdal dest nîşan kir, pêwîste rejîma Beşar Esed sipasiya YPG’ê bike, ji bo ku heya niha Sûriya yekgirtî nedima heger YPG’e nebaye.

Endamê serkirdatiya HPG’ê axaftina xwe wiha domand, di wexta niha de, berpirsyarên YPG’ê fikir li hemahengî û lihevhatinên sitratîcî li gel rejîma esed dikin.

Ev gotna Bahoz Erdal bi îitîrafeke fermî tê hesab kirin ku li rojava kurdistanê YPG’ê ti gotineka xwe nîne û tenê ew ecindaya PKK’ê û fermanên Qendîlê bicî dikin.

PKK’ê 11 hezar xortên Rojava ji bo mana rejîma Sûriyê şehîd kirin

Partîya Karkerên Kurdistanê ji wexta damezrandinê û heya niha bi pîlan û stratejiyeke zelal kar ji bo berjewendiya wilatên dagîrkar (Tirkiyê, Îraqê, Îranê û Sûriyê) dike, lê belê li Sûriyê hat selmandin ku PKK’ê beşeka diyar a rojava pêşkêşî Tirkiyê kir wexta ku YPG’ê fermana xwe ji Qendîlê wergirtî û bi vê yekê rê ji bo dagîrkariyê xweş krî.

Hemwext PKK’ê piştî êrîşa dagîrkariyê YPG’e neçar kir lihevhatinê li gel rejîma Sûriyê bke û hemû navçeyên rojava ên ku bi xuyna 11 hezar şehîdên ciwanên kurd rizgar kirîn, dane dest rejîma Sûriyê.

Esed qerdarê PKK’ê ye jiberku her tişt niha li gorî rejîmê ye

Her çend ku berpirsyarên rêveberiya xweser û hêzên Sûryaya demokratîk HSD’ê tesbît kirine ku lihevhatina wan bi rejîma Sûriyê re tenê leşkirî ye, lê belê pêşnîyaza rojên rabûrî a rejîmê ji bo rêveberiya xweser tişta ekis nîşan dide û rejîmê xwastiye rêveberiya xwecî li şûna rêvebirîya xweser were ava kirin û rayedarên rojava pêşwazî li vê pêşnîyazê kirine, belku bêhtir bi rejîmê re gotine: hemû nîqaşên me wê di çarçûveya Sûryaya yekgirtî de bin.

PKK’ê amanca xwe li rojava kurdistanê bi temamî bicî kir, tiştek bi navê rojava û statoyê nehişt, hîna navê rojava kurdistanê jî êdî nayê gotin, belku Bakurê Sûriyê û li bin alayê Sûriyê, ev jî xizmeteke herî biçûka PKK’ê û balê wê ê rojava kurdistanê ye ji bo rejîma Beşar esed ku Bahoz Erdal ji nû ve daxwaza sipasî a vê xizmetê ji rejîmê dike.

Pustên heman beş