LI MÛŞÊ 5 GERÎLAYÊN PKK’Ê HATIN BERTEREF KIRIN

LI MÛŞÊ 5 GERÎLAYÊN PKK’Ê HATIN BERTEREF KIRIN

Wezareta karên navxwe ên Tirkiyê ragihand ku hat tesbît kirin di operasyona li kirê Mûşê hatiye encamdan 5 gerîlayên partîya Karkerên Kurdistanê “PKK’ê” hatîne berterefkirin, yek jê “Erdal Tekaye” bi kodnavê “Zinar Amed” ku di kategorya gewr a Tirkiyê daye û 300 hezar liîre xelat jibo serê wî hatbûn diyar kirin.

Wezareta karên navxwe ên Tirkiyê îro roja du şemî 9berfanbara 2019an ragihand ku hat tesbît kirin 5 gerîlayên PKK’ê di operasyona kirê Mûşê hatine berterefkirin, yek jê “Erdal Tekaye” ku di kategorya gewr daye.

Di daxuyaniya wezaretê de hat bibîrxistin ku di çarçoveya operasyonên ewlekariya navxwe a Tirkiyê da li kirê Mûşê bi destê fermandariya cendirmeyên parêzgehê 7-8ê berfanbarê operasyoneke ku du rojan dewam kir hat lidarxistin û 5 gerîlayên PKK’ê hatin berteref kirin.

Herweha navê gerîlayeke din bi navê “Musa Kalkan” bi kodnavê “Ciwan Tolhildane” ku di vê operasyonê de hatiye berterefkirin hat eşkere kirin.

Pustên heman beş