DEMÎRTAŞ LI NEXWEŞXANÊ YE

DEMÎRTAŞ LI NEXWEŞXANÊ YE

Hevserokê berê ê partiya demokratiya gelan HDPê, Selahetîn Demîrtaş îro piştî nexweş ketî, ji bo nexweşanê hat veguhastin.

Hevserokê berê yê HDPê Selahetîn Demîrtaş di zîndanê de nexweş ket û ji bo derman kirinê ji bo nexweşxaneyê hat rakirin.

Selahetîn Demîrtaş bi hinceta êşa sîng û tengbûna henaseyê di bin parastineke berfireh a ewlekariyê de, ji bo nexweşxaneya fakoltiya noşdarî a zanîngeha Tirkiyê hat rakirin.

Di derbarê mijarê de, partiya demokratiya gelan jî daxweyaniyek weşand û da zanîn ku derman kirina Demîrtaş berdewame û di vê çarçûveyê de bo nexweşxaneyê hatiye rakirin, rewşa sexlemiya wî başe û nûçeyên di derbarê sexlemiya wî de belav dibin, bê bingehin û ji rastiyê dûrin.

Hevserokê berê yê HDPê Selahetîn Demîrtaş ku zêdetrî 3 salane bi sûça endamtiya partiya karkerên Kurdistanê di zîndanê deye, ev bo cara duyemîne di wexta heftiyekê de nexweş dikeve.

Pustên heman beş