MESRÛR BARZANÎ MIZGÎNIYEKÊ DIDE GELÊ BAŞÛRÊ
PIROJEYA ÇAKSAZIYÊ HATIYE SER RAST KIRIN Û AMADEY BO PARLEMENÊ BÊ ŞANDIN
Serokwezîrê herêma başûrê Kurdistanê îro eşkere kir ku pirojeya çaksaziyê hatiye ser rast kirin û niha amadeye ji bo parlemenê were araste kirin ji bo ku bê pejrandin.
Mesrûr Barzanî radgihîne, heyameke li bar peyda bûye, êdî genedelî têde geş nabe û komîteke bilind ji aliyên pêwendîdar ve hatiye pêkanîn, ji bo ku pêdaçûnê di piroje yasaya çaksaziyê de bikin û niha yasa amadeye bo parlimena Kurdistanê bê şandin.
Serokwezîrê herêma Başûrê li vê derbarê de peyameke vîdyoyî li hesaba xwe a tiwîterê belav kir û têde, dest nîşan kir ewan cengeke bê wêne li dijî gendeliyê daye meşandin û dibêje: “Bi xwe gelekî li ser wê rijdim û çavê xwe ji gendeliya ti kes û aliyekî nagirim”.
Mesrûr Barzanî tekeziyê li wê jî dike, niha rêkarên tund li hember kesên li dezgehên hikûmetê bertîlê werdigirin hatine girtin.
Serokwezîr dilniyayê dide wlatiyan ku bi hemû karînan berhingarî gendeliyê dibin û dibêje: “Gelek hewil hatine dayîn, di rûbrûbûna gendeliyê de me sar bikin, lê wlatiyan dilniya dikim, ku bi hemû karînên xwe di hewlên xwe de berdewam dibin”.