LI MÊRDÎNÊ GELEK KES HATIN BINÇAVKIRIN

LI MÊRDÎNÊ GELEK KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li Mêrdînê polîsên dewleta Tirk serê sibê bi ser gelek malan de girtin, Hevserokê HDP’a Mêrdînê jî di nav de gelek kes binçav kirin.

Di çarçoveya qirkirinên siyasî yên li bakurê Kurdistanê li navçeyên Qoser, Nisêbîn û Artûklû yên Mêrdînê polîsên dewleta Tirk serê sibê bi ser gelek malan de girt.

 Polîsan di serdegirtina malan de lêgerîn pêk anî, Piştî lêgerînên li malan Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê «Salîh Kuday» û Seroka Odeya Bijîşkan a Mêrdînê «Derya Etem» jî di nav de gelek kes binçav kirin.

Kesên hatine binçavkirin birin miduriyeta Polîsan a Mêrdînê.

Pustên heman beş