LI EFRÎNÊ 9 ÇETEYÊN TIRKIYÊ HATIN KUŞTIN

LI EFRÎNÊ 9 ÇETEYÊN TIRKIYÊ HATIN KUŞTIN

Hêzên rizgariya Efrînê di zincîreyeke çalakiyan de ku li rojên rabûrî encam dayîne, 9 çeteyên giropa Soltan Murad û Feylequlşam û Firqet Hemze li herêma Efrînê kuştine.

Hêzên rizgariya Efrînê di beyaneke nivîskî de, behsa çalakiyên xwe yên li 3 rojên rabûrî kir ku li dijî çeteyên Tirkiyê li herêma Efrînê û derdûra wê encam dane û raghand ku ji 8 vê mehê ve, wan 9 çeteyên Tirkiyê ji giropa Soltan Murad, Feylequlşam û Firqet Hemze kuştine.

Di beyanê de hatiye: Di dîroka 8ê kanûnê de di navbera gundên Meydankê û Gemrukê yên bi ser navçeya Şerayê de, çalakî li dijî çeteyên koma bi navê Soltan Murad hat li dar xistin, di encamê de 3 çeteyên koma navborî hatin kuştin.

Di heman dîrokê de di navbera gundên Beradê û Kefer Neboyê yên ser navçeya Şêrawa de, li dijî çeteyên koma bi navê Feylequlşam çalakî hat pêkanîn û di encamê de çeteyek hate kuştin û yek jî birîndar bû.

Di dîroka 9ê kanûnê de li derdora herêma Ezazê li dijî çeteyên koma bi navê Firqet Hemze çalakiyek hat li dar xistin û encama wê çalakiyê jî de, 5 çeteyên koma navborî hatin kuştin.

Pustên heman beş