ARTEŞA DAGÎRKER AMADEKARIYA ÊRÎŞÊN NÛ LI ROJAVA KURDISTANÊ DIKE

ARTEŞA DAGÎRKER AMADEKARIYA ÊRÎŞÊN NÛ LI ROJAVA KURDISTANÊ DIKE

HSD radighîne, artêşa Tirkiyê amadekariyê êrîşên nû dike û çekdarên zêde li gundewarê TilTemir û Eyn Îsa kom dike.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokrat HSD di daxuyaniyekê de ragihandiye, ku Artêşa Tirkiyê amadekariî ya êrîşên nû dike û çekdarên zêde yên opozîsyonê  li gundewarên TilTemir û Eyn Îsa kom dike.

HSD dibêje,  êrîşa Tirkiyê  li ser Rojavayê Kurdistanê ev 62 roj in berdewam e, û bi çekên giran êrîşî gundewarên TilTemir û Eyn Îsa  dike.

Daxweyanî Navenda Ragihandinê ya HSD ya têkildarî encamên şer û berxwedana 48 saetên dawîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha ye:

Artêşa dagirker û çeteyên wê, di rojên 62 û 63 emîn ên êrîşên dagirkeriyê li ser Rojavayê Kurdistan û bakurê Sûriyê de li seranserê herêmê liv û tevgera xwe domand; li gelek qadan tevgera balafirên bêmirov berdewam bû û cih bi cih herêmên sîvîl bi dijwarî tên topbarankirin.

TIL TEMIR

Artêşa dagirker di her du rojan de bi sedan çeteyên xwe anîn herêmê û dest bi amadekariya êrîşên nû kir, li derdora gundê Ûm El-Kêf topbaran pêk anî û di encamê de ziyanên madî gihîştin milkên sîvîlan, her wiha bi balafirên bêmirov û çekên giran herêma gundê Til El-Werid bombebaran kir.

EYN ÎSA

Artêşa dagirker li gundên Kendalê û Çelebê yên ser bi herêma Qizelî ve bi çekên giran êrîş bir ser herêmên sîvîl, Her wiha malên gundiyan ên li gundên Erîda û Xirbet Faris rasterast hatin hedefgirtin, Di encama êrîşên bi balafirên bêmirov de Şervanekî canê xwe wndar kir.

Pustên heman beş