Rejîma Îslamî a Îranê cezayê bi darvekirinê li ser 5 xortên Rojihlatê Kurdistanê bi cî kir û rêxistina Hengaw a mafên mirovan navê wan tesbît kirine.
Li gor rêxistina Hengaw a mafên mirovan li Rojihlatê Kurdistanê, bi sûça kuştina bi enqest rejîma Îslamî a Îranê, 5 xortên din ên Kurd bi darvekirin û ev ceza li zîndana navendî a bajarê Kirmaşanê li roja 9 dîsamberê hat bi cî kirin.
Hengawê eşkere kir ku desthilata dadwerî a rejîma Îranê ew 5 xortên Kurd bi sûça kuştina bi enqest dadgeh kirbûn û ew ceza ji bo wan derxistibû.
Hemwext dest nîşan kir ku nasnameya 3 ji wan ne diyare, lê belê her 2 xortên din ku hatine bi darvekirin bi navên “Emîr Necef Abadî, Xelîl Keremî” ne.
Rêxistina Hengaw dibêje: “Medya Îranê û berpirsiyarên rejîma Îslamî nûçeya bidarvekirina wan ranegihandiye û bi veşartî hiştiye”.
Rejîma Îslamî berdewam xortên Kurd li ser pirsên siyasî zîndan dike û piştre cezayê bi darvekirinê bo derdixe, piştî ku sûçên bê bingeh jêre tên çêkirin.