Partiya Karkerên Kurdistanê hejmareke din a Gerîlayên xwe ji destdan, 3 li herêma Heftenînê balefiran hedef kirin, 4 jî ku ji qadên Başûr fîrar kirbûn, li Bakurê Kurdistanê teslîm bûn.
Navenda çapemeniyê ya Hêzên Parastina gel HPGê balê leşkirî ê Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê di beyaneke nivîskî de eşkere kiriye, wan li rojên rabûrî 3 Gerîlayên jin li herêma Heftenînê li Başûrê Kurdistanê ji destdane, piştî ku ji aliyê balefirên arteşa Tirkiyê ve hatîne hedef kirin.
HPGê nav û wêneyên wan 3 Gerîlayên xwe weşandine û dibêje: her yek ji “Besê Azer ji Wanê û Çîçek Kîçî û Siyajin Devrîn ji Şirnexê” li dawiya meha rabûrî di êrîşa asîmanî de li herêma Heftenînê canê xwe wnda kirine.
Di aliyekê din de, çavkaniyên Bakurê Kurdistan û hemwext arteşa Tirkiyê tesbît kirine ku 5 Gerîlayên din ku ji qada Başûrê Kurdistanê fîrar kirine, teslîmî hêzên ewlekariyê bûn.