Hejmareke parêzerên rêberê zîndan kirî ê Partiya Karkerên Kurdistanê Abdulla Ocalan ji bo ku rê bi wan were dayîn biçin Îmraliyê, daxwaza destûrê ji serdozgeriya komarê kirin, lê belê bersiva wan nayê dayîn.
Her yek ji “Razye Turgut, Rêzan Sarca, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez” ji bo bi muwekilê xwe re hevdîtnê pêk bînin, serdana serdozgeriya komarê ya Borsayê dan.
Parêzer “Newroz Uysal û Rêzan Sarca” piştî 8 salan di 2ê gulanê, 22ê gulanê, 12ê xizîranê û 18ê xizîranê û hemwext li 7ê tebaxê de li gel muwekilê xwe Ocalan hevdîtin pêk anîbûn.
Ji 7ê tebaxê heya niha dozgeriyê rê nedaye parêzer biçin Îmralyê ji bo hevdîtina muwekilê xwe Ebdulla Ocalan.