NÊÇÎRVAN BARZANÎ JI BO ÎRAQÊ DAXWAZA YASAPARÊZIYÊ KIR

NÊÇÎRVAN BARZANÎ LI DERBARA XWEPÊŞANDANÊN ÎRAQÊ DAXWAZA YASAPARÊZIYÊ KIR

Serokê Herêma Kurdistanê tekez li ser netundutîjî û yasaparêzî û muameleya medeniyaneya li gel xwepêşanderên Iraqê kir û hemû hevkariyekê Herêma Kurdistanê ji bo aramiya Iraqê û çareserkirina kêşeyan derbirî.

Li hevdîtineke berî nîvroya îro yekşem 15/12/2019 li Hewlêr li gel Vincent Guillaume Berpirsê Nivîsîngeha Yêkîtiya Ewrûpa li Herêma Kurdistanê, Serok Nêçîrvan Barzanî bi kurtî di derbarê rewşa Herêma Kurdistanê û guftûgoya di navbera aliyên siyasî yên ji bo pêkanîna Hevpeymaniya Fraksiyona Kurdistaniyan li Bexda û guftûgoya Hewlêr û Bexdayê xiste rû.

Ji aliyê xwe ve Berpirsê Nivîsîngeha Yêkîtiya Ewrûpa spasî hêsankarî û hevkariyên Herêma Kurdistanê ya ji bo karên wan kir û girîngîdana Herêma Kurdistanê bi rewşa koçber û penaberan bi taybet ew penaberên li encama aloziyên vê dawiyê li Sûriyê rûdan, li Herêma Kurdistanê kiriye bilind nirxand, hevkarî û hemahengiya di navbera Yêkîtiya Ewrûpa û Herêma Kurdistanê jî li hevkarîkirina penaberan dûpat kir.

Nirxandina rûdanên navçeyê bi giştî û xwepêşandanên Iraqê bi taybetî, her wiha rewşa navçeyên kêşe li ser û deşta Nînowa, aliyekî dinê vê hevdîtinê bû.

Pustên heman beş