MEZINTIRÎN ALÎKARIYA SERBAZÎ GEHIŞT HSDÊ

MEZINTIRÎN ALÎKARIYA SERBAZÎ GEHIŞT HSDÊ

Hevpeymaniya Navdewletî a li dijî DAÎŞê, karwaneke din ê alîkariyên serbazî rewaney Rojava Kurdistanê kir ji bo ku bigehe dest Hêzên Sûrya ya Demokratîk.

Ajansa Sana ya fermî ya hikûmeta Sûriyê belav kiriye, karwaneke alîkariyên serbazî û locistî, her wiha bi dehan otombêlên serbazî û hejmareke ambolansan ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve, ji bo navçeyên jêr desthelata Hêzên Sûrya ya Demokratîk HSDê hatin şandin.

Her wiha dest nîşan kir, ew karwanê otombêlên Hevpeymaniya Navdewletî li sînorê bajarê Hesekê gihan dest hêzên HSDê.

Li gor ajansa Sanayê, ew alîkarî li navçeyên jêr desthelat HSDê hatin belav kirin û daye zanîn ku eve mezintrîn karwanê alîkariyane li vê dawiyê hatibe şandin.

Pustên heman beş