PASDARAN KOLBEREKÊ KURD KUŞT

PASDARAN KOLBEREKÊ KURD KUŞT

Sipayê Pasdarn yê Komara Îslamî ya Îranê îro li sînorê bajarê Şino yê Rojihlatê Kurdistanê, teqe li kolberekî kir û her rast canê xwe ji dest da.

Kolberê bi navê Ezîz Me’rûfî îro roja yekşemî 15/12/2019an li sînorê bajarê Şino di êrşa hêzên dewleta Îranê de jiyana xwe ji dest da, piştî ku çekdarên Sipayê Pasdaran teqeya raste rast lê kirî.

Li gor nûçeya rêxistina Hengaw ya mafên mirovan ya Rojihlatê Kurdistanê, hêzên dewleta Îranê li ser sînorê di navbera Rojihlatê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de, li herêma Şino êrişî komek kolberan kir, di encamê de kolberekî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî heman çavkaniyê navê kolberê jiyana xwe ji dest dayî, Ezîz Me’rûfî ye û ji gundê Bêmzerete ya ser bi bajarê Şinoyê ye.

Pustên heman beş