Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê û rêberê miletê Kurd Mes’ûd Barzanî îro ragihand, ala Kurdistanê hêmaya yekgirtin, azadîxwazî, qurbanîdan û aştîxwaziya gelê Kurdistanê ye.
Mes’ûd Barzanî îro roja sêşemî 17/12/2019an bi helkefta roja ala Kurdistanê peyamek weşand û têde gotiye: Ala Kurdistanê hêmaya yekgirtina gelê Kurdistanê ye, ev jî tekista peyama Barzanî ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta roja ala Kurdistanê gerimtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî malbatên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû hemwelatiyên xweşdiviyên Kurdistanê dikim. ALa Kurdistanê hêmaya yekgirtin, azadîxwazî, qurbanîdan û aştîxwaziya gelê Kurdistanê ye.
Li vê roja pîroz da tekez li ser peyama aştî û pêkvejiyana gelê Kurdistanê dikîn û hezaran silav li giyanê pakê wan şehîdan ku bi navê ala pîroza Kurdistanê canê xwe gorî kirin.
Bijî Kurd bijî Kurdistan.
Mesûd Barzanî
17.12.2019