DEST Û PÊ YÊN WÎ LI JÊR EŞKENCÊ HATBÛN ŞIKANDIN
Kuştin û wunda kirina girtiyên Kurd yên xwepêşandanên Rojihlata Kurdistanê yên meha rabûrî ji aliyê saziyên ewlehiya komara Îslamî ya Îranê ve didome û ceseda girtiyekê dinê Kurd di bendava bi navê Garanî ya Merîwanê hat dîtin.
Rêxistina Hengaw ya mafên mirovan ya Rojihlata Kurdistanê, duh roja duşemî 15/12/2019an eşkere kir ku termê wlatiyekê Rojihlata Kurdistanê bi navê (Îrşad Rehmaniyan) ku li meha rabûrî di xwepêşandanên bajarê Merîwanê de ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatibû bincav kirin û zîndan kirin, di bendava bajarî de hat dîtin.
Îrşad Rehmaniyan xurtekê temen 28 salî ye û xelkê bajarkê (Sewlawa) yê girêday bajarê Sineye û derçûyê beşa orjansê yê zanîngeha tibê bû.
Navbûrî li meha rabûrî û li wexta birêveçûna xwepêşandanên Merîwanê, bi mebesta çareseriya dayka xwe rû kirbû nexweşxaneya Merîwanê û her li wir hatbû binçav kirin, ji wexta binçav kirinê û heya roja yekşema rabûrî 14/12/2019an malbata wî ti zanyarî li derbara çarenvîsa wî nebûn.
Şahd halan behsa wê yekê kir bû ku şûna eşkenceyê li ser cesedê Îrşad Rehmaniyan diyar bû û dest û pê yên wî li jêr eşkencê hatbûn şikandin.
Saziyên ewlehiyê bi malbata Îrşad ragihand bû ku nabe ew nûçeya kuştina xurtê xwe bi saziyên medyayê bibêjin û pêwîste ew wiha bidin xweya kirin ku xortê wan di kiryareke xwekujî de, canê xwe wunda kiriye.
Ev ne cara yekemîne ceseda girtiyekê Kurd yê xwepêşandanên Rojihlata Kurdistanê li bendav û ciyên dervey bajaran tên dîtin, pêştir cesedên hejmareke kesan li sînorê bajarên Sine û Îlamê yên Rojihlata Kurdistanê hatine dîtin ku bi behaneya beşdarî kirinê di xwepêşandanên dijî rejîma Îslamî de hatbûn binçav kirin.